Mistefa Balî: Esed hêj fêm nekiriye û naxwaze qebûl bike

Qamişlo (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî ji Rûdawê re got, ku heta niha agirbest nehatiye cîbicîkirin û di encama êrîşên Tirkiyê û komên çekdar de, şer hêj berdewam e.Mistefa Balî li ser gotibên Esed ên wê dawiyê yên derbarê Kurdan de jî gor, Esed hêj rewş fêm nekiriye û hêj weke beriya sala 2011an difikire û rejîmê hêj qebûl nekiriye ku li Sûriyê pirsgirêk heye.

Mistefa Balî got, herdu welatên garantorê agirbestê, Rûsya û Amerîka erkê xwe cîbicî nekirine û ji 17ê meha Mijdara bihorî ve ku dema ragihandina agirbesta şer bû û heta niha Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, 60 gund kontrol kirin.

Balî da xuyakirin,bi sedema berdewamiya êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve pêkhateyên navçeyê ji Kurd û Ereb û Krîstiyanan koçber bûne.

Di derbarê daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed de ku gotibû, Kurd ji sedî 30ê nîştecihên bakurê Sûriyê pêk tînin, Balî da zanîn, gotinên Esed ên kesekî nînin ku xwe wek serokê welatekî dizane û dibêje, Şam heta niha jî îtîrafê bi wê yekê nake ku li Sûriyê pirsgirêkek ciddî heye.

Li ser wê yekê Mistefa Balî wiha got: “Mixabin xitaba Esed bi nasnameya wî û bi wezîfeya wî wek serokomar, ne xitabekî li gor wê wezîfeyê ye. Serokomar divê xwe weke nûnerê hemû pêkhateyên welatê xwe bibîne. Bi zimanekî ewqas nejadperestî li dijî pêkhateyeke welatê xwe biaxive, rastiyên dîrokî biçewisîne, ew ne hêjayî wê wezîfeyê ye. Li ser vî esasî dema serokomar bêje, Kurd çend sal in li wir in, Kurd bi me re ne, çend kesên Kurd hene ku cudaxwaz in, ew ne xitaba serokekî ye. Divê serokek be ji niha girantir be, bêtir li çareserên siyasî bigere lê mixabin.”

Balî amaje bi wê yekê jî kir, ji bo ku pirsgirêkên li Sûriyê çareser bibin, “divê rejîm mejiyê xwe biguhere û fêm bike ku li hindirê Sûriyê pirsgirêkek heye û bibîne ku ji wê pirsgirêkê re çareserî pêwîst e.” Wî rayedarê HSDê da zanîn, bi vê helwêst û mejiyê niha yê rejîma Sûriyê, “rew wisa çareser nabe.”

Berpirsê Ofîsa Ragihandina HSDê destnîşan kir, Esed hêj jî weke berî sala 2011an difikire û qebûl nekiriye ku li welat pirsgirêk heye.

Mistefa Balî wiha axivî: “Mesele ne kesê Beşar Esed e, mesele ev e ew rejîm heta niha, ji 2011an heta niha, bêtir ji milyonek mirovên Sûrî jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 8 milyon kes ji welatê xwe penaberî derve bûn, zêdetir ji 11 milyon kes li hindirê Sûriyê koçber bûn, bi dehan bajar bi temamî xirab bûn, lê heta niha ew pirsgirêk nedîtine, heta niha dibêjin pîlanek li ser Sûriyê heye û divê ew pîlan raweste û her kes were û xwe teslîmî me bike.”

Mistefa Balî derbarê însyatîfa HSDê ya nêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de jî got, ku hevdîtinên wan berdewam in û tekez kir, ku şaş e tenê TEV-DEM û ENKS muxateb bêne wergirtin, ji ber ku bi gotina wî, gelek partiyên din ên xwedî bandor hene ku divê danûstandin bi wan re jî bê kirin.

Balî tekez kir, heta niha jî bersiva hikûmeta Sûriyê ji bo daxwazî û destpêşxeriyên HSDê erênî nebûye.