Maçoglu dijbereya Tirkiye ji ber qeyûman rexne kir: Dor dê were wan jî

17-11-2019
RÛDAW
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Dêrsimê yê ser bi Partiya Komunîst a Tirkiyê ve Fatih Mehmet Maçoglu derbarê danîna qeyûmên bo ser bajarên Kurdan de rexne li dijbereya Tirkiyê bi taybetî li CHPê girt û got: “Dor dê ji bo wan jî were.”

Şaredarê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu derbarê ji kardûrxistina 24 şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji Rûdawê re axivî û got ku dijbereya Tirkiye di asta pêwîst de bertekên xwe li hemberî danîna qeyûman nîşan nade.

Fatih Mehmet Maçoglu li dijî biryara danîna qeyûman bo bajarên Bakurê Kurdistanê derket û got: “Li welateke pêşketî, dûrxistina kesên hatine hilbijartin, bi biryareke siyasî, dibe sedema vebûna birîna wejdana civakê. Em vê biryarê li dijî hiqûqê dibînin û em dê li hemberî têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Maçoglu diyar kir ku danîna qeyûman zerarê dide demokrasî û dijbereyê û got ku divê ne tenê gotina kesên weke wan sosyalîst li dijî wê yekê hebe, di heman demê de divê tevahiya aliyên siyasî û bi taybetî aliyê dijbere li dijî wê yekê helwesta xwe nîşan bide wiha pê de çû: “Dûrxistina kar a kesên hatine hilbijartin te wateya ku demokrasî her diçe teng dibe. Roj dê were dor bê wan jî û wan tevlî vê yekê bikin, derbarê vê yekê de ti gumanên min nînin.”

Serokê Şaredariya Dêrsimê herwiha amaje kir ku divê her alî “bertekên xwe yên demokratîk” li hemberî danîna qeyûman xuya bike û got: “Eger em bînin bîra xwe di hilbijartinên 31ê Adarê de HDP û CHPê hevkariya hev kirin, lê em niha dibînin ku CHP ti bertekên xwe li hemberî vê mijarê nîne, ev jî dibe cihê matmayînê. Li bajarê me jî li şûna şaredariyekê qeyûm hat danîn. Divê herkes bizane ku serdanek tenê ji bo vê yekê nebes e.”

Ji hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê û vir ve li ser 24 şaredariyên HDPê qeyûm hatine danîn. Şeş şaredarên HDPê ku bi ser ketibûn jî bi hinceta ku bi Biryarnameya di Erka Qanûnê de ji kar hatine avêtin nekirin şaredar. Di şûna van HDP'iyan de namzetên AK Partiyê kirin şaredar.

HDPê di hilbijartinên 31ê Adarê de 3 jê bajarên mezin şaredariyên 8 bajar, 50 navçe û 11 bajarokan wergitibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst