Serokê Weqfa Ermeniyan li Amedê: Ti derfeteke ayînan bo me nemaye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Weqfa Ermeniyan li Amedê Gafur Turkay dibêje hejmara xelkê Ermenî li herêmê gelek kêm bûye û herwiha diyar dike, ji ber ku kinîseya Ermeniyan niha li wê devera qedexekî ya Sûrê dimîne, wan ev heyama 3 sall û nîv e ti ayînek û şîn û şahiyeke xwe pêk neanîne. Turkay dibêje, “Ji ber ku her tiştê Ermeniyan ji kenîsê radibe. Bo nimûne; zarokek dema nû çêdibe li kinîseyê tê waftîzkirin, cenaze ji kinîseyê tê rakirin, şîn û şahî û cejnên xwe hemûyan li kinîseyê dikin.”

Serokê Weqfa Ermeniyan li Amedê Gafur Turkay bû mêvanê beşa ‘Taşteya Dostan’ a bernameya ‘Nûrojî Dostan’ a Rûdawê û derbarê, hejmar, rewş, şert û merc û daxwazên Ermeniyên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de axivî.

Gafur Turkay li ser hejmar an jî rêjeya Ermeniyên ku li bajarên Bakurê Kurdistanê dijîn dibêje, piştî ‘cînosayda li ser Ermeniyan’ rêjeya wan gelek kêm bûye û diyar dike, “Niha li Amedê ku Ermanî jê re dibêjin, ‘Dîkranagir’ li gor berî sed sal berî û herwiha piştî cînosaydê hejmareke zêde ya Ermeniyan nemaye. Berê hejmara Ermeniyan gelek zêde bû. Dema ku komar hat avakirin jî derdora 400-450 malbatên Ermeniyan li Amedê hebûn. Lê li Tirkiyê çi qas rûdan çêbûne hejmara Ermeniyan jî her kêm bûye ku beşek ji wan çûne Ewropa, Amerîka û welatên din û beşek ji wan li bajarên din belav bûne.”

Serokê Weqfa Ermeniyan amaje bi rewşeke din jî dike û dibêje, “Hejmareke zêde ya Ermeniyan jî hene ku piştî cenosaydê ola xwe kirine misilman. Ji ber ku dema em rojên şîn û şahiyên Ermeniyan pêk tînin qerebalixiyeke zêde beşdar dibe. 4-5 sal berî niha me cejna xwe ya Paskalya pîroz kiribû ku derdora 1200 kes beşdar bûbûn, dibe ku derdora 100-200 kes misilman bin, lê ez di wê baweriyê de me ku nêzî 700 kes jî ji wan Ermenî bûn û piştre bûne misilman.”

Turkay tekez dike ku hejmara kesên li ser ola Xirîstiyaniyê ne gelek kêm bûye li wê navçeyê û li ser heman mijarê diyar dike, “Bi rastî li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê Ermenî jiyane, lê piştî cînosayd bi ser Ermeniyan de hat û beşek ji wan jî bûne misilman, piraniya Ermeniyan ku em dikarin bibêjin ji sedî 98 li Stenbolê kom bûn. Hejmara kesên ku li ser ola Xirîstaniyê ne gelek kêm e li vê herêmê û piraniya wan koçî Stenbolê kirine. Li Midyadê, Mêrdînê û wê devera ku jê re dibêjin, ‘Torê’ beşek ji Suryaniyan hene.”

Li ser derfetên pêkanîna ayîn û rojên xwe jî, Serokê Weqfa Ermeniyan dibêje, “Niha ew derfeta pêkanîna ayîn û urf û adetan jî nemaye. Li Amedê heyeta Ermeniyan tev bi ser kinîseyê ve ye û ji bo ayînên xwe pêk bînin, divê kinîse ava be. Piştî ku me sala 2012an Kinîseya Surp Giragus nûjen kir û ji ayînan re vekir wê demê me dît ku bi rastî hejmar hinekê zêdetir e. Ji ber ku her tiştê Ermeniyan ji kenîsê radibe. Bo nimûne; zarokek dema nû çêdibe li kinîseyê tê waftîzkirin, cenaze ji kinîseyê tê rakirin, şîn û şahî û cejnên xwe hemûyan li kinîseyê dikin. Ji ber ku li Amedê kinîseya Ermeniyan a vekirî tune bû, ti ayînek li ser navê Ermeniyan tune bû. Lê bo nimûne kinîseya Dayika Meryem ya Suryaniyan heye ew her tim vekirî bû, keşeyê kinîsê jî heye û her heftê li wir ayîn birêve diçin. Wê demê Ermenî jî diçûn wê kinîseyê bo pêkanîna ayînên xwe. Piştî ku me Kinîseya Surp Giragus vekir ku gelek girîng bû, ji Ewropa, Stenbol û bajarên din gelek kes hatin bo ayînê.”

Gafur Turkay dibêje piştî ku kinîse hat vekirin wan dest bi ayînên xwe kirin û lê dibêje piştî girtina wê wan ti ayîneke xwe pêk naniye û diyar dike, “Roja vekirina wê derdora 4-5 hezar kes li wê derê amade bûn. Piştî wê jî gelek ayîn lê hatin kirin, heta 2015an ku şer li wê deverê çêbû. Piştî ku şer derket kinîseyê ziyan dît ku ji xwe ew navend bi tevahî girtî ye. Kinîseya me jî li wê herêmê ye û hatinûçûn li wê deverê hê jî qedexe ye. Ji sala 2016an ve em neçûn kinîseya xwe li wê deverê. Di vê nêzikî 3 sal û nîvan Ermenî nedikarin ayînên xwe pêk bînin, nedikarîn cejnên xwe pîroz bikin û ne jî dikarin tiştekî bikin. Ji bo rojên xwe yên girîng tenê li cihên weke xwaringeh an cihekî giştî kom dibin û rojên xwe pêk tînin.”

Derbarê rewşa Ermeniyan û pirsa, ‘Gelo Ermenî hê jî xwe vedişêrin?’ ew berpirsê Ermenî dibêje, “Ev heyama 10-15 sal e, êdî gelek kes xwe venaşêrin. Lê bo nimûne, di salên 90î de di wê heyamê kesên kujerên wan ne diyar (faîlî mechul) de zehmetî hebûn. Dema ku li vî welatî tengasiyek çêdibe, rewş bo Ermeniyan dijwar dibe û xelk xwe vedişêrin û dernakevin pêş. Lê 2012-2013an de dema ku ew pêvajoya aştiyê hebû, em jî gelek rehet bûn û ti pirsgirêkeke me jî çênedibû. Niha jî pirsgirêkeke wisa zêde tune ye lê di aliyê pêkanîna çalakiyan û xebatê de astengî hene.”

Gafur Turkay tekez dike ku wan ev 3 sal û nîv e ti ayîneke xwe li Amedê pêk neaniye û dibêje, “Ev heyama 3 sal û nîv e ti ayînek çênebûye heta di vê heyamê de 2 pîrên me ku jin û mêr bûn û mala wan di kinîseya Suryanan de bû, koça dawî kirin, wê demê en neçar man me cenazeyên wan ji kinîseya Suryanan rakin.  Ango heta niha ne merasîma cenaze û ne jî şîn û şahiyeke din me nekariye li kinîseya xwe bikin. Her tişt sekiniye. Hinek kes ji me diçin Mêrdînê, hinek li Amedê diçin kinîseya Dayika Meryem û hinek diçin Stenbolê. Lêbelê li Amedê derfetek tune ye ku li ser navê em tiştekî bikin.

Li ser rewşa xwendina zarokên xwe û derfetên fêrbûna zimanê xwe jî Serokê Weqfa Ermeniyan diyar dike, “Li Stenbolê dibistan hene, kinîse hene bo Ermeniyan lê li Amedê tenê dibistanên tirkî hene, em ji ber hindê zimanê Ermenkî nizanin. Ji bo em zarokên xwe di dibistanên li Stenbolê bidin xwendin pêwîst e em jî biçin ji ber ku derfeteke din tune ye bo zarokên 7-8 salî. Ji xwe hinek wisa jî dikin, diçin û venagerin û bi rastî ev yek jî sedemeke koçkirinê ye.” Gafur Turkay dibêje li ser nasnameya wan û zarokên wan jî Ermenî dinivîse.

Herwiha Turkay dibêje tevî ku di peymana Lozanê de mafên Ermeniyan li Tirkiyê hatibûn misogerkirin lê heta niha rewş her xerabtir bûye û diyar dike, “Li gor peymana Lozanê Ermeniyên ku li Tirkiyê dijîn, pêwîst e dibistanên xwe hebin û zimanê xwe fêr bibin, ev mafê wan heye. Lê li Tirkiyê ji roja avakirina komarê heta niha dibistaneke nû nehatiye avakirin û yên ku hebûn jî hemû hatine girtin. Wê heyama ku komar nû hatibû avakirin, hejmara dibistanên Ermeniyan derdora 40-42 kesan bû. Niha tenê 12-13 dibistanên Ermeniyan hene û hemû jî li Stenbolê ne. Ji xwe ji bo ku tu dibistanekê vekî divê ewqas jî zarok hebin, mamoste hebin û pêwîstiyên din bên dabînkirin. Ew bişaftina ku li vî welatî çêbû ji sedî 100ê zêdetir li ser Ermeniyan çêbûye. Ji 3-4 nifşên dawiyê kesek ji Ermeniyan bi zimanê xwe nizane û ez jî nizanim. Belkû 20-30 peyv dizanim an na.”

Li ser plansazî û projeyên xwe yên derbarê vê mijarê de jî Turkay dibêje, “Projeyên me hebûn bo başkirina vê rewşê. Berî 4 salan me kurs vekir, şarederiya Sûrê wê demê alîkariya me kir, wê demê me ji Saziya Perwerdeya Niştimanî, şaredarî û ji gelek saziyan me alîkarî xwest lê tenê şaredariya Sûrê bersiv da me û alîkariya me kir. Me jî kursek vekir bo heyama 2 serdeman, ji 7 salî heta 70 salî, jin, mêr, bîjişk, parêzer, dikandar û gelek kes hebûn. Lê piştî dema ku şer çê karê me zehmet bû.”

Serokê Weqfa Ermeniyan li Amedê derbarê rewşa niha de jî dibêje, “Niha ti zextek ne ji aliyê dewletê û ne jî ji aliyê civakê ve li ser me nîne. Peywendiyên me li gel tevahiya xelkê û bi gelek derdoran re weke, şaredarî, parêzgarî û saziyên civaka sivîl hene û peywendiyên me baş in. Me niha tiştek zêde ne xwestiye lê her çi pêwîstiyeke biçûk, me daxwaz kiribe alîkariya me kirine.”