Li Xarpêtê otobus wergeriya: 17 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde otobus ji rê derket û wergeriya. Di encama bûyerê de 17 kes birîndar bûn.

 

Şevê din derdora saet 21.00 li ser rêya Xarpêt-Meletî li zîvroneka Gozelî, otobusa ku ji Meletî ber bi Amedê diçû û ser bi Kompanya Firat bû, ji ber barana zêde ji rê derket û wergeriya.

 

Di bûyera trafîkê de ku bi şev qewimî 17 kes birîndar bûn. Şofêrên din ên ku bûyer dîtin, polîs û aliyên peywendîdar agahdar kirin û gelek ambûlans û tîmên polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Lê heta niha ti zanyariyên din derbarê rewşa birîndaran de nehatine belavkirin.