Galeriya wêneyan

17-11-2017
20 Photos
Behmen Şahbazî

Merîwan (Rûdaw) – Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê welatiyên Kurd bi hemahengî li gel rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên Kurdî kempînek bi navnîşana Çavê Weten Li Me Ye bo komkirina alîkariyên mirovî ji bo lêqewimiyên erdheja Kirmaşanê kirine.

 

Bi sedan kesên webexş di nava wê kempînê de kar dikin û bi sedan ton kelûpel û xurak di çend rojên bihorî de hatine komkirin û li ser lêqewimiyên erdhejê hatine dabeşkirin.

 

Şeva Yekşemî 12ê Mijdara 2017ê erdhejek bihêz bi pileya 7.3 Rîxter Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hejand û bi taybet li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê bû sedema mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din, tevî ku bi hezaran mal û avahî jî wêran bûne.