Ji bo Sirri Sakik cezayê zîndanê derket

Navenda Nûçeyan –

Hevserokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik bi 1 sal û 3 meh zîndan hat cezakirin.

 

Îro li navçeya Bazîd a girêdayî parêzgeha Agiriyê, dadgehîkirina Hevserokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik birêve çû.

 

Li gorî agahiyan, di dawiyê de dadgehê 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê bi ser Sakik de sepand.

 

Piştî bi dawî hatina proseya dadgehîkirinê, Sakik bi xwe jî li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand, wî îro di rûniştinekê de li ser aştiyê û dîtina rêyeke çareseriyê axiviye û piştre 1 sal û 3 meh weke ceza wergirtiye.

 

Şaredariya Agiriyê jî derbarê dadgehîkirina Sirri Sakik de dauxyaniyek weşand û tê de ragihand, Hevserokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik ji ber ku di 7ê Hezîran a 2015ê de û berî hilbijartinan di “Mîtînge Mirovatiya Mezin” a li navçeya Bazîd a Agiriyê de û bi tohmeta propagandaya bo terorê û bêrêziya li hember milletê tirk îro hat dadgehîkirin.

 

Li gorî daxuyaniyê, rûniştina îro duyemîn rûniştina dadgehê li ser wan îdiayan bû û proseya dadgehîkirinê li Dadgeha Cezayên Giran a Bazîdê birêve çû.

 

Şaredariya Agiriyê herwiha da xuyakirin, ku di rûniştina îro ya dadgehê de, ji ber bergirînameya Sakik û parêzerên wî, ew ji tohmeta bêrêzîkirin li hember dewleta komara Tirkiyê hat bêgunehkirin, lê belê bi tohmeta encamdana propagandaya rêxistinê, dadgehê cezayê 1 sal û 3 meh zîndan ji wî re birrî.