Ahmet Turk û Bekir Kaya ji kar hatin dûrxistin!

Navenda Nûçeyan – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevserokê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya, ji kar dûr xist.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi ragihandineke fermî eşkere kir ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan ku duh hatibû desteserkirin, ji erkê xwe hatine dûrxistin.

 

Li gorî biryara wezaretê, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman bûye wekîlê nû yê şaredariya Mêrdînê.

 

Herwiha Waliyê Sêrtê Cuyhun Dilşad Taşkin jî bûye wekîlê şaredariya Sêrtê. 

 

Derbarê Ahmet Turk de beriya niha ji 6 tawanên cuda doz hatibû vekirin. Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan jî roja 16ê Mijdarê hatibû girtin. 

 

Bekir Kaya jî ji kar hate dûrxistin


Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin, îro danê sibê polîsan avêtin ser avahiya şaredariya Wanê û lêgerîn pêk anîn.


 

Di heman demê de Hevserokê Şaredariya Wanê ya ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bekir Kaya, li taxa Îpekyolû ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.

 

 

Bekir Kaya beriya niha jî ji doza KCKê hatibû dadgehkirin û 15 sal cezaya girtinê wergirtibû.

 

 

Ji aliyê din ve Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan weke qeyûm destnîşan kir.