ŞINGAL bajarê yek malî!

17-11-2015
RÛDAW
Rûdaw li Şingalê
Rûdaw li Şingalê
Nîşan Şingal Pêşmerge DAIŞ Bombe Mîn Veger
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Piştî rizgarkirina navçeya Şingalê ji dest DAIŞê ji aliyê hêzên pêşmerge ve û berî dever bi timamî ji mîn û bombeyên DAIŞê were paqijkirin, malbatek vegeriya Şingalê.

 

Roja 13ê Mijdarê Şingal bi timamî ji destê çekdarên DAIŞê hat derxistin û roja paştir Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de ragihand, ku karê dezgehên fermî û hikûmî yên Şingalê dê dest pê bibe.

 

Her çiqas Şingal hat rizgarkirin, lê gellek mîn, TNT û bombeyên DAIŞê di nav bajêr û gund û deverên derdorê de mane û pêwîst e ku werin pûçkirin. Niha paqjikirina Şingalê ji mîn û bombeyên DAIŞê daxwaza sereke ya xelkê Şingalê û herwiha Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl e.

 

Piştî proseya rizgarkirinê, heya niha rêyên sereke yên Şingalê bi timamî ji mîn û bombeyan hatine paqijkirin, lê belê mal û avahî û kolan û taxên bajêr hêj tije bombe û mîn in û pêdivî bi paqijkirinê hene.

 

Derbarê ew liv û tevgerên ku li ser cadeyên Şingalê tên dîtin, peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Eyûb Nesrî ragihand: “Rast e hinek mal hatine talankirin, lê belê hinek ji malbatan jî vedigerin nav bajêr daku wan kelûpelên xwe bibin ku di nav mal û avahiyên wan de mane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst