ROJAVA- HSDê xwe ji bajarokê Şedadê re amade dike

17-11-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) ku ji 12 grûpên çekdar pêk tên, piştî ku bajarokê Holê kontrol kirin niha xwe ji bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê re amade dikin.

Ew hêzên ku li ser armanca avakirina sûriyeke demokratîk di siberojê de li hev civiyan, lewma li dijî DAIŞê bi piştevaniya balafirên hevpeymaniya navdewletî dest bi şer kirin û di serî de bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê kontrol kirin.

Hêzên Sûriyaya Demokratîk ji pêkhateyên (Kurd- Ereb- Sûryan- Tirkmen) pêk tên. Wan hêzan roja 10.10.2015 de daxuyaniya damezrandna xwe li bajarê Hesekê ragihandin.

Roja 30.10.2015 Hêzên Sûriyaya Demokratîk dest bi operasiyona kontrolkirina bajarokê Holê li parêzgeha Hesekê kirin. Wê oprasiyonê 13 rojan berdewam kir, ku di roja 13.11.2015 bajarokê Holê û 196 gundên derdora wê hatin kontrolkirin.

Bi gotina berpirsên wan hêzên niha bajarê Şedadê di rojeva kontrolkirina wan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst