Barzanî ji BMW hez dike ne ji Mercedesê

17-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kir. Jibilî karvendanên siyasî, otombêla taybet a Barzanî jî bala medyaya tirkî ber bi xwe ve kişand.

Barzanî bi balafirê neçû Bakurê Kurdistanê, lê ew di rêya bejayî re çû. Karwana otombêlên Serokê Herêma Kurdistanê nêzîkî 20 otombêlan bûn, lê otombêla wî di nava karwanê de cuda bû. Otombêla Barzanî curê wê BMW bû.

Piraniya serok û kesayetiyên siyasî otombêlên wan Mercedes in ku li Almanya tên çêkirin, Barzanî jî otombêla wî almanî bû, lê ji curekî din bû.

Medyaya tirkî di dema ku Barzanî gihişte Bakurê Kurdistanê de behsa otombêla wî kirin û wiha nivîsandine: “Barzanî ji BMW hez dike ne ji Mercedesê”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst