Dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî ya li Enqereyê: ‘Pêwendiyên Hewlêr, Bexda û Enqereyê sêalî ne”

3 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan\ Wêne: AA
Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan\ Wêne: AA
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê Pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bû.

Pispor û akademîsyen amaje bi wê yekê dikin ku pêwendiyên Hewlêr, Bexda û Enqereyê sêalî ne û ziyareta Barzanî gelekî girîng e.

Ziyareta Nêçîrvan Barzanî di demekê de ye ku şer û alozî li Rojhilata Navîn zêde bûne û danûstandin û dîplomasî jî di nava welatan de germ bûye.

Li gori çavdêrên siyasî ev rewş serdana Nêçîrvan Barzanî girîngtir dike.

Berpirsê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan Oktay diyar kir ku di rewşa niha de, gef li ser Sûriye û Îraqê jî çêbûye û ji ber ku pêwendiyên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re baş in, dixwaze di derbarê rewşa dawî de danûstandinan bike.

“Metirsî li ser Îraq û Sûriyeyê heye”

Berpirsê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan Oktay li ser ziyareta Nêçîrvan Barzanî wiha got:

“Li Rojhilata Navîn aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê gihiştine qonaxa herî metirsîdar.

Di rewşeke wiha de tehdît li ser Sûriye û Îraqê jî çêbûye. Ji ber ku pêwendiyên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêmê re baş in, dixwaze di derbarê rewşê de danûstandinan bike.

Her çend hevdîtin di bin siya hilbijartinên 20ê mehê de hatine kirin jî lê mijara hilbijartinan ji bo herêmê mijareke navxwe ye û Tirkiye daxil nabe.”

Li gorî zanyariyên Rudawê di civîna Nêçirvan Barzanî û Erdogan de pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê û Şerê Xezeyê, rewşa Libnanê û ihtimale belavbûna zêdetir a aloziyan hatine gotûbêjkirin.

“Pêwendiyên Hewlêr, Bexda û Enqereyê sêalî ne”

Lêkolînerê ORSAMê Bîlgay Duman jî wiha anî ziman:

“Ez wiha difikirim ku pêwendiyên sêalî yên Enqere, Hewlêr û Bexdayê bi hev ve girêdayî ne.

Pêşhatên li herêmê bandorê li van pêwendiyan dike. Ji ber vê ziyareta Nêçirvan Barzanî girîng e.”

Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê di heman demê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re jî civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst