Mesrûr Barzanî: Me giringiyeke mezin daye çêkirina rêyan

6 demjimêr berê
RÛDAW
Mesrûr Barzanî hîmê bingehîn ê rêya Kelek û Berdereşê danî/Wêne: Rûdaw
Mesrûr Barzanî hîmê bingehîn ê rêya Kelek û Berdereşê danî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Çêkirina Rêyan Berdereş Kelar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî diyar kir dê rêya dualî ya Kelek û Berdereşê ji bo parastina jiyana welatiyan û tevgera bazirganiyê pir bi kêr be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hîmê bingehîn ê rêya Kelek û Berdereşê danî û li merasîma hîmdanînê axivî.

Mesrûr Barzanî got, "Di vê kabîneyê de me li seranserê Kurdistanê giringiyeke mezin daye avakirina jêrxaneya rêyan.

Piştî çêkirina wan rêyan Herêma Kurdistanê bipêşketineke berbiçav dîtiye."

"Ev rê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Mûsilê bi hev ve girê dide"

Her wiha Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ji bo vê rêya dualî 98 milyar û 236 milyon û 872 hezar dînar hatine veqetandin û wiha pê de çû:

"Ev rê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Mûsilê bi hev ve girê dide.

Ev rêyeke bazirganiye jî ku gelek caran dema barhilgir ji Tirkiyeyê tên Herêma Kurdistanê û Îraqê jê sûd werdigirin.

Pêştir ev rê ne bi kalîte û li gorî pîvanên navneteweyî hatibû çêkirin û pir qerebalix bû, ev yek bû sedema gelek qezayên trafîkê.

Bi çêkirina vê rêyê li gorî plan û dîzayna ku jê re hatiye amadekirin, em hêvîdar in ku hem hatinûçûna welatiyan hêsan bibe û hem jî qezayên trafîkê kêm bibe."

"Rêgezên trafîkê bişopînin"

Li aliyê din Mesrûr Barzanî ji şofêran xwest ku rênimayên trafîkê bişopînin û wiha got:

"Erkekî din dikeve ser milê şofêran û welatiyan ku rêgezên trafîkê bişopînin û dema ku rê xweş dibe, ev nayê wê wateyê ku bileztir bajotin.

Lê ji bo ewlehiya xwe û yên li kolanê û di nav wesayitên din de rêgezan bişopînin."

"Xizmetên li van deveran ne bi dilê me bûn"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Merûr Barzanî amaje bi xelkê Berdereşê kir û got:

"Ew mirovên hêja ne ku ji wan re pir xizmet were kirin.

Mixabin xizmetên ku li van deveran tên kirin ne bi dilê me bûn û em dixwazin ji bo wan bêhtir bikin.

Mixabin rewşa berê ji ber gelek sedeman rê nedaye ku bi rêk û pêk ji vê derverê re xizmet bê kirin.

Lê belê, her çi qasî karê baş hatibe kirin jî û em plan dikin ku xizmetê berdewam bikin, eger Xwedê derfetê bide me."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst