ROJAVA - YPJ û Koalîsyon li hev civiyan

9 demjimêr berê
Nîşan YPJ Koalîsyon Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandar û birêvebirên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon), li Rojavayê Kurdistanê şervan û fermandarên YPJyê (Yekîneyên Parastina Jinan) ziyaret kirin.

Navenda Ragihandinê ya YPJyê li ser ziyaretê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Yekîneyên me bi jinên di nav Koalîsyona navneteweyî re li hev civiyan.

Di hevdîtinê de li ser danehev û tecrubeyên YPJyê, girîngiya xweparastinê û rola jinê di birêveçûna civakan de hat sekinîn.”

“Divê têkoşîn domdar be”

Di daxuyaniyê de amaje pê hat kirin ku DAIŞ jî mijareke hevdîtinan bû û hat gotin:

“Di hevdîtinê de li ser têkoşîna li dijî DAIŞê û ewlehiya giştî ya herêmê nêrîn hatin parvekirin.

Her wiha hat diyarkirin ku divê ev têkoşîn bi awayekî domdar bi baldarî were meşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst