Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê Parlamentoya Almanyayê Şerê DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew amadebûna hêzên Hevpeymanan a di şerê li dijî terorê de girîng dibînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

DAIŞ ji bo Îraq, ewlehî û îstiqrara herêmê hîn metirsiyeke cidî ye.

Ez hebûn û beşdariya hevkarên me yên Hevpeymaniya Navneteweyî ya di şerê berdewam ê li dijî terorê de girîng dinirxînim.

Divê were gotin ku Parlamentoya Almanyayê yasaya dirêjkirina dema erkê hêzên welatê xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê îro pesend kir.

Li gorî yasayê hêzên Almanyayê dê 15 mehên din li Îraq û Herêma Kurdistanê bimînin.

Parlamantoyê dema mayîna hêzên Almanyayê ji 1ê Çiriya Paşînê heta 31ê Kanûna Paşîna 2026an dirêj kir.

Di dema dengdana yasaya dirêjkirina dema leşkeran de 539 parlamenteran dengê “belê” û 93 parlamenteran jî dengê “na” da.

Almanya ji sala 2014an ve di nava Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) de cih digire.

Di şerê li dijî DAIŞê û şandina çek û cebilxaneyan a ji bo hêzên Pêşmergeyan de roleke girîng a Almanyayê hebû.

Li aliyê din, artêşa Almanyayê di çarçoveya erkê xwe yê NATOyê de, ji sala 2020an ve balafirên radar û çavdêriyê pêşkêşî hêzên Pêşmergeyan û Îraqê dike.

Her wiha Almanya di warê çavdêriya asmanî û komkirina zanyariyan de alîkariyê dide hêzên Îraqê û Pêşmergeyan.

Divê were gotin ku danûstandinên Îraq û Amerîkayê yên li ser “vekişandina leşkerên Amerîkayê” yên ji Îraqê jî bi dawî bûne.

Li gorî rêkeftina her du aliyan dê di nava 2 salan de hêzên Amerîkayê bi temamî ji Îraqê vekişin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst