Qedexeya çûnûhatinê ya li 10 herêmên Wanê hat dirêjkirin!

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 10 herêmên navçeya Elbakê 15 rojan wekî “herêma taybet a ewlehiyê” hatin ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, li herêmên Girê Karsizê, Berwara Kanli Geçîtê, Girê Beyazpûrê, Girê Sivriyê, Girê Avcilarê, Girê Sivrîtaşê, Berwara Tozluyê, Girê Artê, Uçdere û Berwara Bediyê yên navçeya Elbakê qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Her wiha li gorî biryarê qedexe sibe dest pê dike û dê heta 15 rojan berdewam be.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Herî dawî 3yê Çiriya Pêşînê li heman herêman 15 rojan qedexe hatibû ragihandin û heta niha berdewam bû.

Wate qedexe cara duyem e tê dirêjkirin.

Artêşa Tirkiyeyê demên dawî “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûnûhatinê tên ragihandin.