ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Çewlîgê Xwepêşandan Tundûtûjî Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarên zanîngehê meşiyan û li dijî tundûtûjiya li ser jinan nerazîbûna xwe nîşan da.

Endamên Klûpa Xwendekaran a Erasmûsê li pêşiya Navenda Kongreyê ya Recep Tayyîp Erdogan a Zanîngeha Çewlîgê civiyan.

Xwendekaran bi yekdengî dirûşm gotin ku ew li hemberî tundûtûjiya li ser jinan bêdeng namînin.

Xwendekaran bi armanca protestokirina tundûtûjiya li ser jinan çalakiya rûniştina bêdeng kir û piştî wê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin tundûtûjiya li ser jinan ne pirsgirêkeke şexsî ye û nîşaneya civaka rûxiyayî ye.

Her wiha amaje bi wê yekê hat kirin ku jin tenê ji ber ku zayenda wan jin e divê rûbirûyê kuştinê û windakirinê nebin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj tundûtûjiya li ser jinan zêde dibe û jin tên kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst