AMED - Karkerên jin ên demsalî vê carê li şûnwarekî dîrokî dixebitin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Karkerên Demsalî Amed Şûnwarên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê karkerên demsalî yên zêdetir karê cotkariyê dikin vê carê li şûnwarekî dîrokî dixebitin.

Karkerên demsalî vê carê ne di zeviyeke çandiniyê de li şûnwarekî dîrokî karê kolandinê dikin.

Girê Qotê Ber Çemê yê li nêzîkê gundê Hilarê yê navçeya Erxeniya Amedê karkerên demsalî erdê dikolin.

Li ser girê ku dîroka wê vedigere beriya 12 hezar salan kolandinên şûnwarnasan sala 1964an dest pê kir.

Niha kolandinên li wî şûnwarî bi çavdêriya 14 şûnwarnasan ji aliyê 30 jinên ku berê karkerên demsalî bûn ve tê meşandin.

Serokê Kolandinê Doç. Dr. Savaş Sarialtun li ser xebata karkerên demsalî got:

“Bi giştî me karker ji gundên herî nêzîk dianîn û piranî jî mêr bûn.

Em bi jinan re kar nexebitîbûn. Me îsal bi karkerên jin ên demsalî re dest bi kar kir.

Felsefeya karkirina bi karkerên jin re vedigere sala 1964an.

Ji ber ku wê demê xebatên kolandinê li vir ji aliyê jinekê ve hatin destpêkirin û niha ew kar bi destê jinan berdewam dike.”

Şûnwarnasan da zanîn, ji ber ku jin hûrbîn in, berê karê axê kirine û axê nas dikin xebata bi wan re gelekî hêsan e û encamên wê jî baştir in.

Jinan jî ji vî karî gelekî hez kiriye û dibêjin bi vî karî ew li warê xwe mane û her wiha xebata di karekî ew qasî girîng de ji bo wan bûye şansekî mezin.

“Me gelekî ji vî karî hez kiriye”

Karkera demsalî Kadriye Alacayê li ser karê xwe da zanîn:

“Em berê diçûn karê bindeq û bacanan. Ev kar ji bo me gelekî baş e, em li ber deriyê mala xwe ne.

Em sibehê tên nîvro diçin malê, em karê xwe dikin, li zarokê xwe dinêrin û xwarina xwe jî çêdikin.

Em her sibeh bi kelecaneke mezin tên vir û me gelekî ji vî karî hez kiriye.”

Karkera demsalî Aysel Gezerê jî anî ziman:

“Bi hûrbîniya çêkirina neqşekê em li nav axê digerin.

Dema em paşmayeke dîrokî heta moriyekê di nav axê de dibînin em didin mamostayên xwe, ew kêfxweş dibin û em jî kêfxweş dibin.

Ew kêfxweşî ji bo me gelekî bi nirx e.”

Di heman demê de ev kar ji bo van jinan bûye çavkaniyeke dahatê.

Derbarê dîroka vî girî de şûnwarnas agahiyan jî didin van jinan û di wî warî de jî dibin xwedî agahî.

Ya herî girîng jî ew bi destên xwe dîroka xwe ya di bin axê de maye derdixin ser rûyê axê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst