Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa li Xezeyê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrişa li Xezeyê şermezar kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewremanî daxuyaniyek da û got:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa li Xezeyê şermezar dike ku di encamê wê de piraniya wan jin û zarok herî kêm 500 kesî canê xwe ji dest daye.”

“Şer û pevçûn pirsgirêkên heyî çareser nakin”

Pêşewa Hewremanî da zanîn ku şer û pevçûn pirsgirêkan çareser nakin û destnîşan kir:

“Em dubare dibêjin, şer û pevçûn pirsgirêkên heyî çareser nakin. Em bangî civaka navdewletî dikin ku xelkê sivîl û bêtawan ji êrişan biparêze.”

Artêşa Îsraîlê, îşev êrişî Nexweşxaneya El-Mamedaniyê ya li Xezeyê kir.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin.

Piştî vê bûyerê li seranserê Filistînê “3 roj şîn” hat ragihandin.