Li Dêrezorê 4 DAIŞî hatin girtin

17-10-2023
Nîşan Dêrezor DAIŞ Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HSDyê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li Dêrezorê 4 DAIŞî girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di çarçoveya operasyonên HSDyê de doh li bajarokê El-Şihêlê yê başûrê Dêrezorê 4 endamên DAIŞê hatine girtin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên rûbirûbûna bi terorê re yên HSDyê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li başûrê Dêrezorê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê 2 operasyon encam dane.

Di çarçoveya her du operasyonan de, hêzên HSDyê 4 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê girtin.

Hat tesbîtkirin ku van kesan alîkarî daye DAIŞê, herwiha jê re çek û teqemenî dabîn kirine.

HSDyê ragihand ku van 4 kesan li hemberî sazî û dezgehên sivîl “kiryarên terorî” encam dane û wan “aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî têk daye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst