XARPÊT - Jin û mêr bi hev re masîgiriyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Emîn û Nazîme hevjînê hev in, ew li Gola Xezerê ya li navçeya Xoxê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê masîgiriyê dikin.

Her roj serê sibehê torên xwe diavêjin Gola Xezerê û ber êvarî kom dikin.

Emîn 55 sal in masîgiriyê dike û Nazîme jî 17 sal in bi hevjînê xwe re dibe alîkar.

“Eger hevjîna min nebûye me yê bi zehmetî debara xwe bikira”

Emîn got, eger hevjîna wî nebûya wî nedikarî karê masîgiriyê berdewam bikira.

Emîn Odenê masîgir da zanîn ku ew û hevjîna xwe bi hev re dixebitin û got:

“Eger hevjîna min nebûye me yê bi zehmetî debara xwe bikira. Min nikaribû li derekê bixebitiyama. Hevjîna min hem li zarok û hem li mala me dinêrî. Em niha jî debara xwe dikin.”

Nazime jî bextewar e ku dikare piştgiriya hevjînê xwe bike û sûdê digihîne debara malbatê.

“Ez jî ji bo piştgiriya wî têm”

Nazîme Odena masîgir jî wiha axivî:

“Hevjînê min kal bû û zarokên me jî çûn. Bi tenê ma û nikarîbû. Ez jî ji bo piştgiriya wî têm. Ez ji masîgiriyê û piştgiriya hevjînê xwe kêfxweş im.”

Emîn 71 salî û Nazîme 66 salî ye, piştî ku 4 zarok mezin kirine niha bi tenê mane.

Her du hevjînên ku beriya niha bi 49 salan zewicîne rojane nêzîkî 20 kîlo masî digirin.

Emîn û Nazîme wan masiyan difiroşin restorantên li derdora Gola Xezerê û bi dahata wan debara xwe dikin.