Di Konferansa Zanayên Olî de navê Kurdistanê mohra xwe li rojevê xist
Amed (Rûdaw) - Di Konferansa Zanayên Olî û Medresayan ku li Amedê hate lidarxistin de navê Kurdistanê mohra xwe li rojevê xist. Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd got ew Kurdistanê nas dikin lê akademîsyenê Tirk Yusuf Kaplan li hemberî navê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da. Gelek zanayên olî jî diyar kirin ku îslam çi mafî dide Tirk, Ereb û Farisan, heman mafî dide Kurdan jî. Divê pirsgira Kurd bi rêbazên Îslamî bê çareserkirin.
Konferansa 7emîn a Yekîtiya Zanayên Olî û Medreseyan Îtihadul Ulema de bi xwe re nîqaşên nû. Ji ber ku daxwazên çareserkirina pirsa Kurd û navê Kurdistanê mohra xwe li vê konferansê xist. Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd got ew Kurdistanê nas dikin lê akademîsyenê Tirk Yusuf Kaplan li hemberî navê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da.
Cîgirê Serokê Yekitiya Zanayên Olî û Medreseyan Mele Beşîr Şîmşek got “Li gorî îslamê înkarkirina zimanan heram e. Înkarkirina cografyayek heram e. Înkarkirina nijadek heram e. Li her derê de heram e. Çawa zimanê tirkî fermî ye, di perwerdehiyê de zimanê tirkî çiqas serbest be, divê zimanê kurdî jî evqas serbest be.”
Li gorî gelek zanayên olî pirsa Kurd her çiqas pirseke siyasî jî be di çarçoveya nêrîna dadperwerane ya îslamî de ev pirsgirêk li Tirkiyeyê dikare çareser bibe. Li gorî zanayan îslam çi mafî dide Tirk, Ereb û Farisan, heman mafî dide Kurdan jî.
Mihemed Firat Serokê Medreseya Seydayê Şêx Eshed Çoxreşî dibêje “Quran û sunet, Kurd û Kurdîtî û Kurdistan. Ev lazim e. Çand û edebiyata wê, zimanê wê ye. Ev milet miletekî ye. Gerek serbixwe be. Gerek ew milet jî weke hemû miletên dinyayê bibe xwedî heq û hiqûqa xwe.”
Zanayê olî Mehmûd Kiliç diyar kir “Ayetên gelên cuda, tiştên ku ji wan re hene, lazim e ji miletê Kurd re jî hebe. Yanî mafê wan, erdnîgariya wan, ala wan, zimanê wan, perwerdehiya wan. Ji qewmê din re çi heye, lazim e ji gelê Kurd re jî hebe.”
Zanayê olî Evdilsamed Kiliç anî ziman “Heqê ku ji Tirkan re qebûl kiriye gerek ji Kurdan re jî qebûl bike. Di yasayê de divê bibêje ew yanî Kurd û Tirk hemwelatiyên wek hevdu ne. Gereke ziman di perwerdehiyê de hebe. Ji Tirkan re çi hebe divê ji Kurdan re jî hebe. Kurdî divê bibe yek ji zimanê fermî di nava Tirkiyeyê de.”
Di Konferansa Zanayên Olî de ji Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi dehan zanayên olî amade bûn. Ji ber vê yekê ev konferans weke konferanseke navneteweyî tê binavkirin.