Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cîngîfê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encam de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Îro Duşemê 17ê Cotmeha 2022an li ser rêya navçeyên Cîngîfê û Erebanê yên ser bi parêzgeha Dîlokê otomobîlek wergeriya û di encamê de şofêrê otomobîlê û kesekî din li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane û du kesên birîndar jî bo nexweşxaneyên Dîlokê hatin veguhestin.
Li gor zanyariyan rewşa kesên birîndar ên bi navên Huseyin û Haci Yildiz jî di metirsiyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse