Galeriya wêneyan

17-10-2022
20 Photos

Wêne: Necmettîn Karaca/AA

Ji ber germahiya gerdûnî ya ku bûye sedema hişkesaliyê û ji ber vê jî ava Gola Wanê vekişiyaye û Çimên Periyan derketine holê.

Çimên periyan ên binê avê ku di nava hezaran salan de çêbûne ji ber kêmbûna baranê û leza hilmê li gelek cihên qeraxên Gola Wanê derketin holê.

Çimên periyan ên ku li peravên Ercîş, Gevaş û Artemêt di bin avê de dihatin dîtin, niha ji aliyê zanyaran ve tên lêkolînkirin.

Pispor dibêjin mîkroorganîzmayên zindî yên ku ji ber vekişîna ava gola ku çimên periyeke mezin a 32,2 metreyî lê heye, ji ber bayê û bandorên neyînî yên şert û mercên hewayê dê bi demê re winda bibin.

Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Mustafa Akkuş destnîşan kir ku sira herî mezin a li Gola Wanê çimên periyan in.

Mustafa Akkuş got, “Li binê Gola Wanê dergehên ava şirîn ên bi kalsiyûmê dewlemend hene. Ava şirîn di golê de bi ava karbonatên re digihêje hev û diçe xwarê. Lewma çimên periyan ên herî mezin ên cîhanê derdikevin holê. Di golên cuda yên cîhanê de jî çimên periyan hene lê dirêjiya wan tenê çend metre ne, lê yên li Gola Wanê di ser 30 metreyî re ne.”