Li Amedê êrîşa bi kêr: 2 mirî, 2 birîndar

17-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, komeke tiryakkêşan êrîşê xwendekaran kirin û di encamê de 2 xwendekaran canê xwe ji dest dan û 2 xwendekar jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan bûyer danê êvarê li navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Komek xwendekarên ku piştî ji dersxaneyeke taybet derketin xwestin li Parka Rihanê rûnin. Ji ber sedemeke nehat zanîn di navbera komek tiryakêş û xwendekaran de nîqaş derket û şerê hev kirin.

Hat îdiakirin.

Her sê birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil hatin rakirin, lê tevî midaxeleyên li nexweşxaneyê xwendekarê bi navê F.G. canê xwe ji dest da û hejmara kuştiyan bûn 2 kes.

Hat ragihandin rewşa birîndarekî jî giran e û bo Nexweşxaneya Dil a Zanîngeha Dicleyê hatiye veguhestin. Polîs 5 gumanbar desteser kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst