Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê derbarê şerê li Efrînê de dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Giştî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê, bi serokatiya Salim el-Mislit, ji bo rewşa herêma Efrînê û bakurê Sûriyê bi giştî gotebêj bikin û helwesta xwe li hemberî destanîna ser Efrînê ji aliyê Cebhet El Nusre ve diyar bike dicive.

Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê, bi serokatiya Salim el-Mislit, serokê Hevpeymaniyê li Stenbolê dicive.

Endamekî Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got civîn dê herdu rojên duşem û sêşemê bê lidarxistin.

Desteya Giştî ya Hevpeymaniyê dê rewşa herêma Efrînê û bakurê Sûriyê bi giştî gotebêj bike û helwestê ji destanîna Desteya Tehrîr el-Şam bo ser Efrînê diyar bike.

Endamê Komîteya Biçûk a Nivîsdandina Destûra Sûriyê Qasim el-Xetîb ji Rûdawê re axivî û got ku îtîlaf bê biryar e.

Qasim Xetîb dibêje "Derbarê Îtîlaf, hîç biryarek di destê wê de nîne, ew îtîlafeke xwe radestî biryar û berjewendiyên Tirkiyê kiriye. Û Bi temamî dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê ye."

Derbarê destdanîna Desteya Tehrîr el-Şam bo ser Efrînê, el-Xetîb ji Rûdawê re got tiştê li bakurê Sûriyê diqewime cihê şermezarkirinê ye.

Qasim Xetîb wiha berdewam kir "Tiştê li bakurê Sûriyê dibe bêguman cihê mixabinî û şermezariyê ye. Bi taybet ku qurbanî ji sivîlên Sûrî yên ku ji serdestiya rejîmê reviyane. Lê mixabin ew dever bûn cihê gendelî û her tişê kirêt, û rêz li xwîna Sûriyan negirtin. Ew navçe li jêr biryara Tirkiyê de ye. Û her tiştê ku dibe bi pîrozbahiya Tirkiyê ye û ev di çarçoveya hevtêgihiştinan li gel Mosko û Îranê ye."

Civîna Desteya Giştî ya Hevpeymaniyê pêştî wê yekê ye ku nakokiyên tund di Desteya Siyasî ya Hevpeymaniyê de derketine. Li gor zanyariyên ku Tora medyayî ya Rûdawê bidest xistine, di civîna desteya siyasî de roja pêncşemê, şerê devikî di navbera nûnerê Feyleqa 3 û nûnêrê Feyleq el-Şam de derketiye û Îtîlafê nikariye tu helwesta zelal nîşan bide.