Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê: Tedbîrên tenduristî û ewlehiya karkeran weke mesref tên dîtin!

17-10-2022
RÛDAW
Nîşan Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê Bartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletî ya Bakurê Kurdistanê li ser teqîna kana madenê ya li Bartinê daxuyaniyek da û got, “Di vê avzêyê de tedbîrên tenduristî û ewlehiya karkeran weke mesref tên dîtin, kontrolên têrker nepêwîst, karker weke xulamên armanca karsaz a hilberînê tên dîtin.”

Li Bartin a Tirkiyê di kana madenê ya girêdayî Saziya Komir a Tirkiyê (TTK) a Rêveberiya Şaxa Amasrayê de ji ber teqîna di kûrahiya 300 metreyan de 41 karkerên madenê canê xwe ji dest dan û 11 karker jî birîndar bûn.

Li gelek bajaran di daxuyaniyan de ji aliyê saziyên sivîl ve bûyer "ne qeza, kuştin" hate dîtin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê jî li ser bûyerê daxuyaniyek da û got, “Êşa me mezin e, dilê me vê carê jî li Bartin Amasrayê şewitî! Bila berpirsyar hesabê bidin!”

Sekreterê Darayî yê Şaxa Egitim-Senê ya Meletiyê Faik Kurudere ku li ser navê platformê metna daxuyaniyê xwend û got, “Mixabin li welatê me em bi rewşeke ku demeke dirêj e sînorê qezayê derbas kiriye û veguheriye rêze cînayetên kar re rû bi rû ne. Her sal bi cinayetên kar bi qasî du hezar kes can didin.”

Kurudere anî ziman, “Em ji vê re dibêjin cinayet, ne qeza. Ji ber ku jiyana kar bi polîtîkayên dij- kedê yên weke taybetkirin, taşeronî, sendîka nekirin, bê qeyd xebitandin, bêewlehî, xebata nerm û bêrêbaziyê veguheriye avzêyekê. Ji bo çi? Ji bo çavbirçîtiya qezencê ya karsazan, ji bo îstîsmara mezintir a kedê.”

Kurudere da zanîn ku ev rewş bi navê ‘fitrat’ û ‘qeder’ê tê nermkirin û berpirsyar bêceza dimînin û got, “Heta niha bi sedan û hezaran mînakên cînayetên kar hatine kirin li Soma, Kozlu, Karadon, Ermenek, Torunlarê, hatiye diyarkirin ku di şert û mercên koletiyê yên sedsala 19an de karker û kedkaran têne xebitandin.”

Sekreterê Darayî yê Şaxa Egitim-Senê ya Meletiyê Faik Kurudere her wiha anî ziman, “Bila karesat ji her aliyê ve bê eşkerekirin û berpirs hesab bidin. Ji ber ku bi salane kuştinên kar tên piştguhkirin û berpirs nayên eşkerekirin, ev li me hemûyan wek êş û komkujiyên nû vedigerin. Piştî êşa Amasrayê dixwazin heman tabloyê bi ser hemû civakê de bisepînin. Hemû berdevkên desthilatê, ji bo înkarkirina kêmasiyên di kontrolên ku berî çend salan ji aliyê SAYIŞTAYê ve hatin kirin de hatibûn dîtin, bi hev re di pêşbaziyê de ne. Dixwazin hemû gotinên derbarê Amasrayê de, bi rêya yasaya ku doh li Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin, sansur bikin.”

Piştî daxuyaniyê endamên platformê ji bo kesên ku canê xwe ji dest dane 2 xulekan li ser pêyan rêz li kesên ku canê xwe ji dest dane girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst