Li Şirnexê kesek xaniyê xwe dike muzexane

Hewlêr (Rûdaw) - Fermanberekî xanenişîn ê ji navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, berî demekê dest bi berhevkirina kelûpelên dîrokî kiriye û mala bavê xwe kiriye muzexane.

Seyda Goyan fermanberekî xanenişîn e û temenê wî 57 sal in. Ew li parzêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê dijî, lê bi eslê xwe ji navçeya Qilebanê ser bi parêzgeha Şirnexê ye. Berî demekê li warê bav û kalên xwe dest bi avakirina muzexaneyekê dîrokî dike. Ji bo vê yekê jî xaniyê ku ji bavê wî maye li taxa Ripinê ya Qilebanê  kiriye muzexane.

Seyda Goyan bêyî ti alîkariyekê bo avakirina muzexaneyê gund bi gund, kolan bi kolan digere û dest bi berhevkrina kelûpelên dîrokî kiriye.

Xwediyê Muzeyê Seyda Goyan dibêje "Ev kelûpelên hûn dibînin zêdeyî nîvê wan derdora sê ji çarê wan ew kelûpel bûn ku di axuran de bûn an jî hatibûn avêtin. Min ew anîn, baş şûştin û cîla kirin û li vir bicîh kirin. Min gelek ji wan kirîn. Li malê jî gelek nîqaşên me çêbûn, maliyan digotin em di kirê de ne û zarokên me hene, tu diçî bi risqê zarokan van kelûpelên kevin dikirî. Min bi mûçeyê xwe bêyî ti alîkariyekê ev muze anî vê astê."

Kelûpelên nav vê muzexaneyê di dema du salan de hatine berhevkirin. Di nav wan de amûrên kevin ên çandiyê, kelûpelên folklorîk, berik, destar û çendîn kelûpen ku di demên kevin de xelkê navçeyê bikar anîne cîh digirin. Ev muzexane bûye nasnameya resen a Kurdewariya navçeyê. Xwendekar, xelkê navçeyê û derdorê jî bo dîtina vê nasnemaya resen serdana mzexaneyê dikin.

Xwendekara Dibistanê Hîvdar Tunç got "Bi hatina vî cihî ku tê de derbarê çanda bav û bapîrên me de gelek zanyarî hene, me zanyariyên nû bidest xistin. Em derbarê jiyana bav û bapîrên xwe de, kîjan amûr bikar anîne û di çi şert û mercan de çawa jiyane fêrî gelek tiştan bûn."

Ev jî deriyekî dîrokî ye ku 300 salan şahidhalî ji dîroka navçeyê re kiriye. Kesên serdana muzexaneyê dikin dibêjin ew şopa bav û bapîrên xwe li vê derê dibînin.

Geştiyar Ozlem Şengul dibêje "Hemû tiştê ku bav û bapîrên me, dapîrên me destê xwe avêtinê li vê derê hene. Nirxê wê yê manewî gelek zêde ye."

Seyda Goyan dema dest bi avakirina vê muzexaneyê dike tevî malabata wî gelek kes gilî û gazinan jê dikin lê dîsan armanca xwe pêk tîne û muzexaneyê ava dike. Ew niha dixwaze cihekî din ê berfireh bo muzeyê bibîne û bo vê yekê li benda alîkariyan e. Avakirina vê muzexaneyê tenê yek ji xizmetên çanda Kurdî yên Seyda Goyan in, ew nêzîka 27 sal in li ser çand, dengbêjî û folklora Kurdî jî karê arşîvê dike û di vî warî de 4 pirtûkên wî yên çapkirî hene.