Babacan li Rihayê hevdîtinek ligel Emîne Şenyaşar kir

17-10-2021
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVA Ali Babacan Emîne Şenyaşar Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ragihand ku ew dê heta dawiyê ji bo wekhevî, edalet û şopandina qonaxa hiqûqî ya doza malbata Şenyaşar kar bikin.

Serokê DEVA Ali Babacan roja Şemîyê 16ê Cotmeha 2021ê serdana parêzgeha Rihayê kir û li hotêleke bajêr hevdîtinek ligel Emîne Şenyaşar pêk anî ku hevjîn û du kurên wê di hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an de ji aliyê kesûkaren berpirsekî AK Partiyê ve hatibûn kuştin.

Ali Babacan li ser hesabê xwe yê Twîtterê îro Yekşemê 17ê Cotmeha 2021ê nivîsiye: "Min li êş û jana Emîne Şenyaşar guhdarî kir ku li ser vê axê edalet nîne. Em dê ji bo wekhevî û edaletê di nav hewldanan de bin û qonaxa hiqûqî ya doza malbata Şenyaşar bişopînin."

14ê Hezîrana 2018an dema Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz bo kampanya hilbijartinê serdana dikandarên bajarokê Pîrsûsê kir, di navbera xizmên Parlamenterê AKPê û endamên malbata Şenyaşar de şer derket.

Di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dan. Birayê Parlamenterê AK Partiyê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar jî di buyerê de canê xwe ji dest dan û kurekî wê yê din jî hat girtin. Ji her du aliyan jî 8 kes birîndar bûn.

Emîne Şenyaşar zêdeyî 222 roj e li ber Dadgeha Rihayê bo edaletê nobetê digire û heta niha 4 caran ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin. Ew daxwaza dadperwerî û azadkirina Fazil Şenyaşarê kurê xwe dike ku di bûyerê de birîndar bû û ji roja 17ê Hezîrana 2018an ve hatiye desteserkirin û zêdeyî 3 sal e di zîndanê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst