Ekrem Îmamoglu li Amedê: Pêwîstî bi aştiyê heye

17-10-2021
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu CHP HDP Kurd Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li parêzgeha Amedê ragihand ku li welat pêwîstî bi hiqûq û aştiyê heye.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi armanca beşdarbûna merasima vekirina pêşengeha şêwekarê kurd Ahmet Guneştekîn doh seredana Amedê kir.

Ekrem Îmamoglu  di çarçoveya hatina xwe de serdana esnafên navçeya Sûrê kir.

Li dikanek şîranîyê qedayîfa Amedê xwar û bi Serokş Odeya Bazirganîya Amedê re civînek lidarxist.

Îmamoglu, beriya civînê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rojeva sereke ya Tirkiyeyê aborî  bê edaletî ye.

Îmamoglu eşkere kir ku e bi mebest tevlîbûna pêşabgeha pêşengeha şêwekarê kurd Ahmet Guneştekîn û got: “Hêvîdar im ku ev gavên hunerî rûpelek din û pencereyek nû ji bo Amedê vekin, ku ji ber sedemên cihêreng û di bûyerên cihêreng de, nemaze di van salên dawî de mixabin bi çend bûyerên neyînî behsa Anedê hate kirin. . Li welat pewîstî bi hiqûq û aştiyê heye. Bi hafizeyên kûr bibîranîna bajarê qedîm Amedê, hêvîdar im dê di warê hunerî de bibe cihê peyameke girîng.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî civînê beşdarî merasima vekirina pêşengeha Ahmet Guneştekîn bû, êvarê dora saet 21.30î ji Amedê bo stenbolê vegeriya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst