Omer Osê li dijî Tirkiyê bang li HSD û artêşa Sûriyê kir

17-10-2021
RÛDAW
Nîşan HSD Rejîma Sûriyê Omer Osê Kurd Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûrî daxwaz kir ku odeyeke operasyonan di navbera artêşa Sûriyê û HSDê de bê avakirin ku “rûbirûyê dijminkariyên Tirkiyê” bibin û bang jî kir ku Kurd û hikûmeta Sûriyê demildest dest bi diyalogê bikin.

Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûrî Omer Osê li ser dawîn pêşhatan û zêdebûna gefên Tirkiyê, daxuyaniyek belav kir.

Omer Osê ku parlamenterê Sûriyê yê berê ye, di wê daxyaniyê de daxwaza avakirine odeyeke operasyonan di navbera artêşa Sûriyê û HSDê de dike daku rûbirûyê “temahiyên firehxwazî û dijminkariyên Tirkiyê” bibin.

Omer Osê herwiha bang li hemû aliyên Kurdî, bi alîgir û opozisyonê ve, û hikûmeta Sûriyê kir ku demildest dest bi diyalogê bikin da ku bigijin çareseriyeke niştimanî ya dadmendane bo doza Kurdî û garantîkirina mafên rewa yên Kurdên Sûrî.

Li gor daxuyaniyê, ev bangewazî li hember metirsiyên cidî yên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê tên û ji bo neçarkirina Tirkiyê ku dawiyê li dagirkeriya xwe li hemû herêmên Sûrî bîne.

Tirkiye gefên destpêkirina êrişeke nû bo ser Rojava dixwe

Roja 10ê vê mehê di encama êrişeke mûşekî de bo ser herêma Ezazê 2 polîsên hêzên taybet ên Tirkiyê hatin kuştin û hikûmeta Tirkiyê îddîa dike ku ew mûşek ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ji Til Rifetê hatiye avêtin.

Enqere dibêje, ew êrîş ji aliyê şervanên YPGê, ji navçeya Til Rifatê ve hatiye encam dan û berpirsên Tirkiyê gefên destpêkirina êrişeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwin.

Roja Dûşemmê 11ê Cotmeha 2021an jî çend mûşek li bajarokê Karkamiş yê Tirkiyê ketin xwar û berpirsên Tirkiyê radigehînin ku ew mûşek ji Til Rifatê ve hatine avêtin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê jî gefên xwe dûbare kiribûn û gotibûn, “Têkoşîna me dê ji niha şûnde bi awayek cuda berdewam bike. Em dê ji bo têkoşîna li dijî van rêxistinên terorî, hêzên  Amerîkayê yên  li wir  naskirî û hêzên rejîmê çi pêwîst be  bikin. Em li ser vê yekê bi biryar in."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser vê yekê gotibû, “Me tekezî li girîngiya parastina agirbestê û hêlên agirbestê û rawestandina wan êrîşan kiriye. Em derbarê vê yekê de gelek zelal û eşkere bûn.”

Êrişên Tirkiyê

Ji sala 2016an ve Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî di nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de encam dane. Operasyona yekem di sala 2016an de bû, dema ku artêşa wî welatî û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeya Ezaz û Cerablusê kirin.

Di Çileya 2018an de jî wan hêzan êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî nêzîkî du mehên şer ew navçeya Rojavayê Kurdistanê ket destê wan.

Di Cotmeha 2019an de jî artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û dest bi ser de girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst