Li Efrînê jineke Kurd a ducanî bi îşkenceyê hat kuştin

17-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku jineke Kurd di jêr îşkenceya îstixbaratên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî rêxistina navborî, roja Duşemê, 11 Îlonê, Istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl, welatiya Kurd Nimat Behcet Şêxo ya 32 salî, ji gundê Qube Hemşelik ser bi Racoyê girtine.

Heman rêxistinê diyar kir ku jina navborî ducanî bûye û di meha şeşem a ducaniyê de bûye, û ligel hevjînê wê Xelîl Nasan ê 36 salî û 2 kesên din hatine girtin û ji bo navenda istixbarata Tirkiyê, dibistana Emîr Xûbarî, hatine birin.

Li gor wê rêxistinê, ew 6 demjimêran hatine îşkencedan û di encama îşkenceyê de jina Kurd bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Piştî ku girtî bêrî derketine, di heman rojê de hatine azadkirin, lê ji ber îşkenceyê jina ducanî piştî çend rojan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir