Peyama serok Barzanî ji bo mewlûda Pêxemberê Îslamê

17-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir û tevî pîrozbahiya vê helkeftê, hêvî dike ku ev bone bibe “sedema vekirina deriyê xêr û bereket û xweşiyê bo gelê Kurdistanê û gelên navçeyê.”

Serok Barzanî di vê peyama xwe de ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye weşandin, pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhanê, Iraqê û Kurdistanê bi dike û dibêje, “Ji Xwedayê mezin daxwaxkarim, ev boneya pîroz bibe sedema kûrkirina giyanê lêborîn, pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî li seranserê Iraq û navçeya me.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya salvegera jidayîkbûna Pêxemberê mezin, Hezretê Mihemed El-Mistefa (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaxkarim ev boneya pîroz bibe sedema kûrkirina giyanê lêborîn, pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî li seranserê Iraq û navçeya me.

Ji Yazdanê mezin dixwazîn di vê boneya pîroz de, deriyê xêr, bereket, xweşiyê û aştiyê di rûyê gelê Kurdistanê û gelên navçeyê de veke û aştî û aramî li cîhanê û navçeyê belav bibe.

Mesûd Barzanî

17ê Cotmeha 2021


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst