Hewlêr (Rûdaw) - Hewleke derbasbûna li mîhwera Ezazê hatiye kriin lê heya niha nayê zanîn kîjan alî ew hewl daye. Li gor zanyariyan li wê mîhwerê şer derket û di encamê de 9 çekdarên opozisyonê hatin kuştin. Herwiha firokeyên Rûsyayê jî belavokên hişyariyê belav kirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî mihwera Ezazê hewleke derbasbûnê ji aliyê hêzên nenas ve hatiye dayîn û şer di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên Artêşa Niştîmanî de derketiye.
Li gor zanyariyên heman çavkaniyan di wan şer û pevçûnan de, 9 çekdarên `Artêşa Niştîmanî` ya ser bi Opozisyona Sûriyê ve hatine kuştin.
Balafirên Tirkiyê duh belavokên hişyariyê li ser bajarê Til Rifet avêtibûn ku tê de hatibû nivîsîn ew dê navçeyê “paqij bikin” û di vî warî daxwaza hevkariyê ji xelkê hatibû kirin.
Li gor zanyariyan piştî vê pêşhatê balafirên Rûsyayê jî kaxez li navçeyên çekdarên Artêşa Niştîmanî avêtin, lê bi navê “Fermandariya Operasyonên Gundewarê Bakurê Helebê.”
Her li gor zanyariyan di wan belavokan de Rûsyayê hişyarî daye û diyar kiriye ku ew dê navçeyê rizgar bikin.
Ji aliyekî din ve, li gor çend çavkaniyan, Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Îranê amadekariyên leşkerî dikin û hêzeke leşkerî ya zêdetir şandina wê navçeyê piştî gefên Tirkiyê yên encamdana operasyonekê.
Herwiha çavkaniyên xwecihî ragihand ku artêşa Tirkiyê jî hêzên taybet veguhastina herêma Eyn Îsa.
Ev pêşhat di demekê de ne ku Tirkiyê gefên bo destpêkirina operasyoneke din a nû bo ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.
Du berpirsên hikûmeta Tirkiyê berî du rojan ji ajansa Reutersê re ragihandibûn ku, eger rêyên dîplomasiyê yên li gel Rûsya û Amerîkayê bi ser nekevin, Tirkiye dê operasyoneke din li dijî hêzên Kurdî bide destpêkirin.
Til Rifet ku Tirkiye dixwaze êriş bike
Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.
Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse