Dilbixwîn Dara piştî 30 salan vegeriya Rojavayê Kurdistanê û bultena nûçeyan pêşkêş kir

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşkêşkar û strêkê navdar ê Rûdaw TV, Dilbixwîn Dara tevî tîmeke taybet a Tora Medyayî ya Rûdawê çûne Rojavayê Kurdistanê û bo yekemîn car bultena Rojavayê Kurdistanê li studoyên Rûdawê yên li Qamişlo hat pêşkêşkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê berî çend rojan ragihandibû, ku Dilbixwîn Dara surprîzeke wî bo şopînerên Rûdawê heye û dê roja Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an wê surprîza xwe aşkere bike.

Dilbixwîn Dara îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û li nav studyoyên Rûdawê yên li vî bajarî surprîza xwe aşkere kir û bo yekemîn car Bultena Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir.

Strêkê Tora Medyayî ya Rûdawê, Dilbixwîn Dara tevî stafeke taybet çend roj berî niha ber bi Rojavayê Kurdistanê ve birêketibûn û piştî amadekariyên xwe, îro bultena xwe li nav dilê Rojavayê Kurdistanê, li bajarê evînê bajarê Qamişloyê pêşkêşî temaşevan û şopînerên Rûdawê kirin.

Dilbixwîn Dara derbarê çûna xwe bo Rojavayê Kurdistanê de dibêje, piştî 30 salan ez vegeriyam Rojavayê Kurdistanê û li Qamişlo bultena nûçeyan pêşkêş kir. Derbarê serpêhatiya xwe û vegera xwe bo Rojavayê Kurdistanê de, stêrkê Rûdawê Dilbixwîn Dara got: “Berî 30 salan ez ji Rojavayê Kurdistanê derketin, min berê xwe da Almanya, ji Şamê çûbûm bajarê Munchen an jî Munîxê. Piştî 30 salan têm Qamişlo û li studyoua Rûdawê û bultena nûçeyan pêşkêş dikim, eger ew berê weke xewnekê bû jî, êdî bû rastî.”

Dara diyar kir, ew li nav bajarê Qamişloyê geriyaye û destnîşan kir, “min dît xelk gelek ji Rûdawê hez dike û lê temaşe dike.”

Di destpêka bultena îro de, Dilbixwîn Dara hestê xwe li hember bajarê Qamişlo û herwiha Kurdistana dayik û niştiman jî anî ziman û got, “Qamişloya Mihemed Şêxo, Seîdê Yûsif û Cegerxwîn, bajarê her kurdekî û bajarê min e jî”. Dara herwiha got: “Dema ku di sala 2005an de çûme Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Mihabadê, min ew bajarê xwe jî dît, piştre çûme Amedê li Bakurê Kurdistanê, min dît ew jî bajarê min e, ew çend salin jî ez li Hewlêrê me li Başûrê Kurdistanê, hîç xwe xerîb nabînim. Kurdistan kiribin çar parçe jî, lê di dilê me de Kurdistan her yek e.”

Di vê tomara vîdyoyî de, Dilbixwîn Dara behsa vê yekê dike, ku roja 15ê Cotmeha 2020an de ew ji Hewlêrê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve birêketine û bi rêya driyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê dibin.