Parêzerê ji Kobanî Mihemed Etî hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Mihemed Etî piştî 2 rojan ji girtin wî li Kobanî serbest hate berdan.

Parêzer Mihemed Etî ji Rûdawê re got, îro Şemiyê ew serbest hatiye berdan û vegeriyaye nav malbata xwe li gundê Til Xezalê.

Mihemed Etî got, ku di dema girtina wî de, ti zilm û zor li wî nebûye û bi rêz reftar li gel wî hatiye kirin, lê belê sedema desteserkirina xwe aşkere nekir.

Roja Pêncşema bihorî 15ê Cotmehê, parêzer Mihemed Etî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve hatibû girtin.

Dost û ximzên parêzer Mihemed Etî pêştir li ser torên civakî gotibûn, ji ber ku dozeke wî li Dadgehên Rêveberiya Xweser biser ketiye û wî daxwaza cîbicîkirina biryara dadgehê dikir, lê aliyê din bi biryara dadgehê razî nebûye û xwestiye bi vî şêweyî Mihemed Etî biêşînin.