Sînan Çîftyurek hat berdan

17-10-2019
RÛDAW
Nîşan Amed KKP Sînan Çîftyurek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek ku duh hatibû girtin, îro hate berdan, lê qedexeya derketina derve li ser hatiye danîn.

Sînan Çîftyurek îro li Amedê derxistin pêşberî dadgehê û li gor agahiyan, dadgehê biryara berdana wî da.

Polîsan duh serê sibehê li Amedê bi ser mala Serokê Giştî yê KKPê Sînan Çîftyurek de girtibûn û ew desteser kiribûn.

Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê îro serê sibê derbarê desteserkirina serokê partiyê Sinan Çiftyurek de daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û tê de diyar kiribû, ku ew niha li nezaretxaneyê ji bo îfadedayînê hate rawestandin.

Partiya Komunîst a Kurdistanê herwiha ragihandibû, Sînan Çîftyurek ji ber axavtinên wî yên Newroza Amedê, derbarê qeyûm û êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de hate desteserkirin.

KKP di daxuyaniya xwe de dibêje, tevî ku tê zanîn rewşa tendirustiyê ya Çîftyurek xirab e, lê tenê ji bo wergirtina îfadeyê heta niha jî desteserkirî ye û ew ji tendirustiya wî nîgeran in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst