Partiya Komunîst a Kurdistanê: Em ji tendirustiya serokê xwe nîgeran inheye

17-10-2019
RÛDAW
Nîşan Sinan Çiftyurek Gerîlayên PKK Partiya Komunîst a Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) derbarê rewşa serokê wê partiyê Sinan Çiftyurek ku ji duh ve hate desteserkirin de ragihand, tevî ku tê zanîn rewşa wî ya tendirustî xirab e, lê tenê ji bo wergirtina îfadeyê hate desteserkirin û qesta wan ji tendirustiya wî heye.

Rêveberiya Partiya Komunîst a Kurdistanê derbarê desteserkirina serokê partiyê Sinan Çiftyurek de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de diyar kir ku ew niha li nezaretxaneyê ji bo îfadedayînê hate rawestandin.

Li gor daxuyaniyê, Sinan Çiftyurek bi hinceta ku axavtinên wî yên Newroaza Amedê, derbarê qeyûm û êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de hate desteserkirin.

Herwiha KKPê dibêje ku tevî ku tê zanîn rewşa Çiftyurek a tendirustî xirab e, lê tenê ji bo wergirtina îfadeyê heta niha jî desteserkirî ye û ew jî rewşa tendirustiya wî nîgeran in.

Polîsan duh serê sibehê li Amedê bi ser mala Serokê Giştî yê KKPê Sinan Çiftyurek de girtin û ew desteser kirin.

Ev yek di demekê de ye ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmareke siyasetmedar û sivîlên ji rêzê bi hincetên ku li ser medyaya civakî li dijî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê derketine ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst