Li Duhokê nefta spî li ser xelkê deverên çiyayî tê dabeşkirin

17-10-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Duhok Amêdî Deverên çiyayî Dabeşkirin Nefta spî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Bi nêzîkbûna demsala sermayê, dabeşkriina sotemeniyê bi ser xelkê navçe û deverên çiyayî yên Heêrma Kurdistanê de dest pê dike. Ew dema 3 rojan e ku dabeşkirina nefta spî bi ser xelkê sînorê qezaya Amêdiyê de dest pê kiriye û di rojên bihê de jî ew prose dê berdewam be.

 

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî ragihand, di heyama 4 salên bihorî de dabeşnekirina sotemeniyê bandoreke mezin li ser jîngeha parêzgeha Duokê hebû, ji ber ku piraniya navçeyên wê parêzgehê deverên çiyayî ne, xelkê jî bo germkirina xwe dest bo birrîna daran birin, lê îsal hikûmetê dest bi dabeşkirina nefta spî li deverên çiyayî kiriye.

 

Di 3 rojên bihorî de li nahiyeya Kanî Masî ya ser bi qezaya Amêdiyê dest bi dabeşkirina nefta spî bo ser malan hatiye kirin û 200 lître nefta spî li ser her malbatekê tê dabeşkirin. Proseya dabeşkirinê jî di rojên bihê de dê li navçeyên din ên çiyayî yên parêzgeha Duhokê berdewam be.

 

Ew nefta spî yak u niha li ser xelkê deverên çiyayî tê dabeşkirin, ji havîna sala par ve hatibû embarkirin. Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji havîna par ve nêzîkî heft milyon lîtreyên sotemeniyê li parêzgeha Duhokê hatibû embarkirin, daku bo îsal sotemenî bi ser tevahiya malên sînorê wê parêzgehê were dabeşkirin.

 

Parêzgeha Duhokê bo werza serma û zivistanê pêwîstî bi 50 heta 55 milyon lîtreyên sotemeniyê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst