Galeriya wêneyan

17-10-2016
24 Photos
Ferzin Hasan

Xazir (Rûdaw) – Qonaxa yekem a operasyona kontrolkirina Mûsilê di yekemîn roja operasyonên de bi awayekê serkevtî bi dawî hat û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li eniyên şer, serkevtina operasyonên ragihand.

 

Mesûd Barzanî herwiha got: Pêşmerge derbek kujer li DAIŞê daye û zêdetirî 200 kîlometreyên çar goşe hatiye rizgarkirin.

 

Îro duşemî 17ê Cotmehê serê sibehî, qonaxa yekem a operasyona kontrolkirina Mûsilê, bi beşdariya Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan dest pê kir.

 

Di encama operasyonê de, Hêzên Pêşmerge karîn li milê Mêhwera Xazir 9 gundan kontrol bikin.