Li Farqînê ji ber nebûna servîsê 130 xwendekar ji xwendinê bê par mane

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Reşikê yê navçeya Farqînê ya Amedê ji ber nebûna servîsê 130 xwendekar ji xwendinê bê par mane.

Xwendekarên gund piştî dibistana navîn divê ji bo xwendina lîseyê biçin Farqînê.

Berê xwendekar ku piraniya wan keç in bi servîsên dibistanê diçûn û dihatin.

Lê belê piştî ku Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di çarçoveya "Tedbîrên Teserûfê" de biryar wergirt ku cihên mesafeya wan zêdeyî 30 kîlometreyan be servîsan nahêlin, xwendekar rûbirûyî pirsgirêkan bûne.

Mesafeya gund û Farqînê 34 kîlometre ye, niha xwendekar bê servîs mane û nikarin biçin dibistanê. 

Parlementerê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu li gund bangî Wezareta Perwerdeyê kir û got:

"Divê hûn çareseriyekê ji van xwendekaran re bibînin"

"Ez ji vir bangî Wezîrê Perwerdeyê dikim, we ev giştîname derxist lê we şert û mercên vê navçeyê li ber çav wernegirtin.

Ji ber sedemên civakî û bi awayekî mafdar, malbat naxwazin zarokên wan li pansiyonan bimînin.

Ez bangî Wezîrê Perwerdê û parêzgar dikim ku divê hûn vê rewşa taybet li ber çav bigirin û çareseriyekê ji van xwendekarên me re bibînin."

"Ji ber nebûna servîsê ez ji dersên xwe bê par dimînim"

Derfeta malbatan a ku rojane bi pereyan zarokên xwe bi rêya servîsan bişînin Farqînê jî nîne û ji ber wê yekê îsal zarokan hîn dest bi xwendinê nekiriye.

Xwendekar Îlknur Paylaciyê got, "Ez li Dibistana Amedeyî ya Farqînê dixwînim.

Du sal bûn ez bi servîsê diçûm û dihatim. Ez îsal derbasî pola sêyem bûm.

Lê belê ji ber nebûna servîsê ev hefteyek e ez ji dersên xwe bê par dimînim."

"Rewşa malbatan ne baş e ku zarokan bi derfetên xwe bişînin"

Muxtarê gundê Reşikê Mehmet Latif Kada wiha axivî:

"Hezar û 200 xwendekarên ku ji 14 gundan bi servîsê tên dibistana gundê me hene.

Îsal servîsên ku xwendekarên me pê biçin dibistana Amadehiyê hatin rawestandin.

Rewşa malbatan a darayî ne baş e ku bi derfetên xwe bişînin. Em ji Wezareta Perwerdeyê daxwaza alîkariyê dikin."

Li gund 130 xwendekarên diçin dibistana amadehiyê hene û 70 ji wan keç in.

Niha çavê wan li çareserkirina vê pirsgirêkê ye da ku xwendina xwe berdewam bikin.