Li Meletiyê di 2 qezayan de 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di 2 qezayên cuda de 4 kes birîndar bûn.

Li navçeya Melediya Kevin a Meletiyê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Li Çirmikê 2 kes birîndar bûn

Li aliyê din, li navçeya Çirmikê ya Meletiyê jî otomobîla ku B.O. diajot li otomobîleke parkkirî qelibî.

Di wê qezayê de jî 2 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.