LÊPIRSÎNA NARÎNê: Jinapa Narînê jî hat girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Doza Kuştina Narînê Doza Narîn Guranê Narîn Guran Hediye Guran Malbata Guran Amed Gundê Çilûyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hediye Guran, jinapa Narînê ya wekî tohmetbar hatibû desteserkirin û sewqî dadgehê bûbû hat girtin.

Lêpirsîna doza kuştina Narînê Guranê berdewam dike û jinapa Narînê Guranê ya bi navê Hediye Guran jî wekî tohmetbar hatibû desteserkirin.

Hediye Guranê piştî îfadeya li cendirmeyan sewqî dadgehê hatibû kirin û îro dadgehê biryara girtina wê da.

Hediye Guran hevjîna mamê Narîn Guranê yê bi navê Fuat Guran e û 13ê Îlonê hatibû desteserkirin.

Narîn Guran li gundê Çûliyê  yê navçeya Rezana Amedê 21ê Tebaxê wenda bûbû û cesedê wê 8ê Îlonê di nav çem de hatibû dîtin.

Hediye Gurana ku 13ê Îlonê hatibû desteserkirin, li qereqola cendirmeyan karên yasayî yên derbarê wê bi dawî bûbûn.

Hediye Guran ji aliyê dadgeriya sulh û cezayê ya nobedar ve ji ber tohmeta "jinavbirina delîlên sûcê" hatibû desterserkirin.

Tevî Hediye Guranê hejmara girtiyên doza lêpirsîna Narînê Guranê bûne 12 kes.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst