Sedema mirina Narîn Guranê eşkere bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Amed Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî, Narîn Gurana 8 salî hatiye xeniqandin.

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê lêpirsînek dabû destpêkirin.

Di encama wê lêpirsînê de dayîka Narînê, bira û mamê wê jî di nav de 11 kes hatine girtin û gelek kes jî hatine desteserkirin

Li gorî rapora tiba edlî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Her wiha hat gotin ku şileya ku di dema xeniqînê de ji devê Narînê derketiye bi destê mamê wê Salim Gûran ketiye û ji wir bi kursî û dîreksiyona otomobîlê ketiye.

Hat tespîtkirin ji ber ku cesed xera bûye di derbarê dema mirina wê de zanyarî nikarin bên dayîn.

Li aliyê din, di çarçoveya lêkolîna kuştina Narîn Guranê de ji bilî, dayik, bira û apê wê, îro hevjîna apê wê yê bi nave Fuat Guran, Hediye Guran jî di piştî îfadeyên serdozgeriyê bi biryara dadwer hat girtin.

Bi vî awayî di dosyeya Narîna 8 salî de hejmara kesên girtî bû 12.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst