EFRÎN - Dorpêça li Kaxurê berdewam dike: 20 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Emşatê li gundê Kaxurê yê Efrînê binpêkirinên xwe didomîne.

Gundê Kaxurê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê, ji aliyê çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê (Emşat) ve hatiye dorpêçkirin.

Rewş li gundê Kaxurê aloz e û xelkê wê herêmê û rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku di dema herî zû de çareyeke baş ji wan re bê dîtin.

Ev roja sêyemîn e li gundê Kaxurê êriş û alozî berdwam dikin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji çavkaniyeke ji gundê Kaxurê wergirtine, çekdar tevî alozî û zerera li wî gundî kiriye jî hîn baca bi zorê ji xelkê gund dixwazin.

Çekdarên Emşatê duh êrişî mala muxtar berê yê Fayiq Mistefa Axa kir.

Çekdaran di wê êrişê de kamerayên çavdêriyê û kelûpelên nav malê şikandin û têk dan, her wiha li endamên wê malbatê jî xistin.

Li gorî zanyariyên herî nû ku Rûdawê ji gundê Kaxurê wergirtine, di êrişa çekdarên Emşatê de nêzîkî 20 kesî birîndar bûne.

Di nav birîndaran de jin û zarok jî hene.

Çekdarên Emşatê rê neda birîndar biçin nexweşxaneyê û wan gund ji hemû aliyan ve dorpêç kiriye.

Çi bûbû

Malik el-Casim Ebû Sîracê birayê Fermandarê grûpa Emşatê Mihemed el-Casim Ebû Emşe mala endezyarê kurd Adil Ebdû ya li gundê Kaxurê ji xwe re kiriye baregehê leşkerî.

Çekdarên Ebû Emşatê roja yekşemê ji gundiyan xwestiye peymanekê îmze bikin ku “zeviyên xizmên wan ên ku bi wekaletê di destê wan de ne milkê endamên berê yên Rêveberiya Xweser in.”

Çekdar dixwazin van peymanan bi darê zorê bidin îmzekirin û ji xwe re bikin belge da ku dest deynin ser zeviyên Kurdan.

Hinek şêniyên gund red kir ku vê belgeyê îmze bikin û piştî vê hinek kes hatibûn girtin.

Jinên gund jî li naverasta gund civiyan û ev tegverên çekdaran protesto kirin.

Grûpa Emşatê hêzeke bi qasî 300 çekdarî bi serkêşiya Malik el-Casim şandibû gund û gule li gundiyan reşandibûn.