Kekê Narînê ji Baroya Amedê alîkarî xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Kekê Narînê Guranê yê bi navê Baran Guran, ji bo di karên yasayî de alîkariya wan bikin serî li Baroya Amedê da.

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê lêpirsînek daye destpêkirin.

Di encama wê lêpirsînê de dayîka Narînê, bira û mamê wê jî di nav de 11 kes hatine girtin û gelek kes jî hatine desteserkirin.

Baran Guranê birayê Narînê ku neketiye nav çarçoveya lêpirsîna doza kuştina xwişka xwe, ji Baroya Amedê alîkariya yasayî xwest.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren da zanîn ku Baran Guran 16ê Îlonê bi awayî nivîskî serî li Baroya Amedê da û ji wan xwest ku ji bo peydakirina kujerê xwişka wî di aliyê yasayî de baro ji wan re bibe alîkar.

Nahît Eren diyar kir ku Baran Guran ji wan re wiha gotiye:

“Kujer ya jî kesên destê wan tê de hene kî dibin bila bibin û asta nêzîkbûna wan çi dibe bila bibe, ji bo hemû berpirsên kuştina xwişka min Narîn û yên di windakirina termê wê de haya wan jê heye û agahî nedane rayedarên lêpirsînê bila bên naskirin û cezakirin.

Bila edalet were pêkanîn. Ez ji bo vê ji Baroya Amedê piştgiriya yasayî dixwazim.”