Serok Mesûd Barzanî: Divê hilbijartin bi awayekî azad û şefaf bên kirin

1 demjimêr berê
Ronî Alasor
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Stephen Hitchens Andrew Bizley
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî got, "Pêwîst e hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf bên kirin."

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen qebûl kir.

Her wiha Konsulê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Bizley jî di civînê de amade bû.

Ofîsa Serok Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de behsa pêvajoya siyasî ya Îraqê, pêwendiyên navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî dxuyaniyê encamê erênî yên serdana dawî ya Serok Barzanî ya Bexdayê jî hatiye gotûbêjkirin.

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî mijara Serok Barzanî û Balyoyê Brîtanyayê bûn.

Serok Barzanî ji şandeya Brîtanyayê re tekez kir û got:

"Pêwîst e hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî azad, şefaf, bê asteng û ji her cure astengî,  gîr û giriftan dûr bi rê ve biçê.”

Herw wiha pirsa mayina Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, alîkarî û hevahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û artêşa Îraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de mijareke din a vê civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst