Di lêpirsîna Narînê de li mala Nevzat Bahtiyar lêgerîn hat kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nevzat Bahtiyar Narîn Guran Lêgerîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li mala Nevzat Bahtiyarê ku di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Guran 8 salî de hatibû girtin lêgerîn hat kirin.

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve li ser kuştina Narînê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê berdewam dike.

Tîma Lêkolînê ya Tawanê ya Cendirmeyan (JASAT) li mala Nevzat Bahtiyar a li gundê Çûliyê lêgerîn kir.

Nevzat Bahtiyar 10ê Îlonê di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Guran 8 salî de hatibû girtin.

Piştî ku tîman lêkolîna xwe qedan ji mala Nevzat Bahtiya derketin.

Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narînê de Nevzat Bahtiyar li xwe mikûr hatibû apê Narînê Salîm Guran li beramberî 200 hezar lîreyî jê xwestiye ku termê Narînê di çem de veşêre.

Nevzat Bahtiyarê piştî hat tesbîtkirin ku bi wesayîta xwe çûye qeraxa çem û hatibû desteserkirin di lêpirsînê de li xwe mikur hatibû û wiha gotibû:

"Salîm Guran got `Min keça Arif kuşt, tu jî dê vî cesedî bibî winda bikî. Nexwe ez dê te û malbata te bikujim."

Bahtiyar ji ber sûcê "beşdarî kuştina bi qestî ya zarokê bûye" hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst