Rêveberiya Xweser li ser rewşa Efrînê bangî NYyê kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Efrîn Gundê Kaxurê Tirkiye Amerîka Sûriye Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrînê bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrînê berdewam dikin.

Herî dawî çekdaran gundê Grûpa Siltan Silêman Şahê (Emşat) gundê Kaxurê yê Efrînê dorpêç kir û gule li jinên Efrînî reşandin.

Rêveberiya Xweser li ser binpêkirinên dawî yên li Efrînê bangî Amerîka û Rûsyayê kir ku Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên muxalefeta Sûriyeyê ji Efrînê derxin û dawiyê li dagirkeriya Efrînê bînin.

Rêveberiya Xweser bangî Konseya Ewlehiyê ya NYyê jî kir û jê xwest ku Efrînê têxe bin çavdêriya hêzên navneteweyî.

Di berdewamiyê daxuyaniyê de hat gotin ku li Efrînê demografî tê guhertin û wiha hat gotin:

“Duristkirina ewlehiyê li Efrînê û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê dê bibe sedema aramiya Sûriyeyê û bipêşdebirina pêvajoya siyasî li wî welatî.

Ev yek bê guman dê bibe alîkar ku koçberiya berdewam ber bi welatên rojava kêm bibe.”

Çi bûbû?

Malik el-Casim Ebû Sîracê birayê Fermandarê grûpa Emşatê Mihemed el-Casim Ebû Emşe mala endezyarê kurd Adil Ebdû ya li gundê Kaxurê ji xwe re kiriye baregehê leşkerî.

Çekdarên Ebû Emşatê roja yekşemê ji gundiyan xwestiye peymanekê îmze bikin ku “zeviyên xizmên wan ên ku bi wekaletê di destê wan de ne milkê endamên berê yên Rêveberiya Xweser in.”

Çekdar dixwazin van peymanan bi darê zorê bidin îmzekirin û ji xwe re bikin belge da ku dest deynin ser zeviyên Kurdan.

Hinek şêniyên gund red kir ku vê belgeyê îmze bikin û piştî vê hinek kes hatibûn girtin.

Jinên gund jî li naverasta gund civiyan û ev tegverên çekdaran protesto kirin.

Grûpa Emşatê hêzeke bi qasî 300 çekdarî bi serkêşiya Malik el-Casim şandibû gund û gule li gundiyan reşandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst