Li Amedê êrişa çekdarî: Kesek li mala xwe hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesek li mala xwe di êrişa çekdarî de hat kuştin.

Li taxa Mola Guraniyê ya Amedê kesê bi navê U.C.O. yê 33 salî li mala xwe rastî êrişa bi çekê hat.

U.C.O. di encama êrişê de bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê U.C.O. bi ambulansê bir nexweşxaneyê.

U.C.O. li nexweşxaneyê hemû hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Ji bo otopsiyê cenazeyê U.C.O. birin Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.

Her wiha polîsan derbarê êrişê gumanbarekî desteser kir û lêpirsîna wî berdewam dike.