Mesrûr Barzanî: Em dê wisa bikin ku êdî pirsgirêka av û elektrîkê nemîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî
Nîşan Hewlêr Qûştepe Xebat Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew dê wisa bikin ku êdî tiştek bi navê pirsgirêka av û elektrîkê nemîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li parêzgeha Hewlêrê kevirê bingehîn ê du projeyan danî.

Projeyek çêkirina 15 pêşdibistanên zarokan li navçeya Xebatê û çêkirina projeya ava navçeya Qûştepeyê bû.

Mesrûr Barzanî piştî danîna kevirê bingehîn ê projeya avê Qûştepeyê gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew dê gav bi gav pirsgirêka av û elektrîkê li Kurdistanê ji holê rakin.

“Projeyên me berdewam dikin”

Mesrûr Barzanî behsa pirsgirêka avê ya Qûştepeyê kir û wiha got:

“Mêmbûna avê li Qûştepe ewqas zêde bûbû ku hin gund di bin metirsiya valakirinê de bûn.

Gelek bîrên kûr ên herêmê ji ber kêmbûna avê hişk bûne, ev jî nîşana metirsîdar a kêmbûna asta ava binê erdê ye.

Bi temambûna vê projeyê û dabînkirina avê li vê herêmê, êdî pêwîstî bi bîran namîne.

Em dê çavkaniyên avê yên binerd ên herêmê jî bi çêkirina çend golên din bi hêz bikin û metirsiyên ziwabûnê ji holê rakin.

Herêma Qûştepeyê û xelkê niştimanperwer ên vê herêmê hêjayî her xizmetekê ne.

Pirsgirêka elektrîkê heta niha jî li seranserê Kurdistanê pirsgirêkeke berdewam e.

Ji ber wê jî li Hewlêr û derdora wê û hemû bajar û bajarokên Kurdistanê projeyên me dewam dikin. 

Êdî dê gav bi gav pirsgirêkên bi navê av û elektirîkê li Herêma Kurdistanê nemîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst